Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê dike

09 September 2020 19:17 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, sibe 10ê Îlonê serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dike û bi berpirsên Kurdistanê re hevdîtinan pêk tîne.

Kazimî piştî serdana xwe ya Amerîkayê û destbikarbûna xwe cara yekem serdana Herêma Kurdistanê dike.

Li gorî zanyariyan, wê Kazimî pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê jî di nav de li ser guhertina yasaya hilbijartinê ya Iraqê û jimartina dengan û çend babetên din bi berpirsên Kurdistanê û aliyê siyasî re hevdîtinan bike.

Serdana Kazimî herwiha piştî serdana Bexdayê ya şanda Herêma Kurdistanê pêk tê.