Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Kûweytê dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi vexwendineke fermî serdana Kûweytê dike û bi berpirsên Kûweytê re dicive.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihandiye ku Kazimî di nave hefteya pêşiya me de, serdaneke fermî bo Kûweytê dike.
Hat eşkerekirin ku Balyozê Kûweytê yê li Iraqê Menhel Safî ligel Wezîrê Bazirganiya Kûweytê Muhammed Sakar re li ser serdana Mistefa Kazimî civiyaye.
Hat diyarkirin ku di civînê de, li ser veberhênana karsazên Kûweytê bo Iraqê hatiye axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin