Sandeke Wezareta Pêsmerge û Artêsa Iraqê îro serdana Amerîkayê dike
PeyamaKurd – Şandeke Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê îro 14ê Gulana 2022yan, li ser vexwendina fermî ya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê serdana Amerîkayê dike.
Li gor Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed eşkere kiriye, li ser vexwendina fermî ya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê sibe şandeke Şaneya Ragihandina Şer a Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê diçe Amerîkayê.
Herwiha Osman Mihemed destnîşan kir: “Ev şande ji 5 endamên Şaneya Ragihandina Şer pêk tê, biryar e serdana Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê û çend cihên din bikin.”
Di berdewamiyê de Mihemed eşkere kir: “Amerîka ji hemû aliyan ve alîkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dike, bi taybetî jî ji aliyê ragihandinê ve ku çawa rûbirûyî fikra DAIŞ û tundrewiyê bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin