Sandeke Pêsmerge û artêsa Iraqê li Kerkûkê civînekê li dar dixin
PeyamaKurd – Şandeke Pêşmerge û artêşa Iraqê, di çarçoveya tundkirina çeperan û dagirtina valahiya ewlehiyê, li Kerkûkê civînekê li dar dixin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, li Kerkûkê wê îro civîn di navbera şandeke Pêşmerge û artêşa Iraqê de bê lidarxistin û di civînê de, guftûgoyan li ser dagirtina valahiya ewlehiyê ya di navbera her du aliyan de bikin, bi taybet ku di dema dawî de tevgera DAIŞê lê zêde bûye.
Herwiha zanyarî eşkere dikin, her yek ji Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ferîq Ebdulemîr Şemerî, Nûnerê Herêma Kurdistanê di Operasyonên Hevbeş de Lîwa Ebdulxaliq Telhet, Fermandarê Yekîneyên 70 ên Pêşmerge Mistefa Cavreş û hejmarek ji fermandarên ji her du aliyan beşdarî civînê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin