Pistî êrîsên DAISê sandeke bilind a artêsa Iraqê serdana Kerkûkê kir
PeyamaKurd – Piştî zêdebûna êrîşên çekdarên DAIŞê bi ser hêzên Iraqê de, îro 19ê Hezîranê şandeke bilind a leşkerî ya Iraqê bi serokatiya serfermandarê artêşa Iraqê gihîşt Kerkûkê.
Şanda leşkerî ya Iraqê ji serfermandarê artêşa Iraqê Ferîqê Yekem Rukin Ebdulemîr Yarela û cîgirê fermandarê proseyên hevbeş a Iraqê Ferîqê Rukin Qeys Mihemedawî û Fermandarê polîsê Federal ê Iraqê Ferîq Salih Nasir Amrî pêk tê.
Fermandariya polîsê federal ê Iraqê li ser serdana şandê bo Kerkûkê ragihand, armanca serdanê gotûbêjkirina rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê ye û herwiha ji bo dabeşkirin û belavkirina hêzên ewlehiyê yên li parêzgehê ne.
Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de li Kerkûkê, tevgera DAIŞê zêde bûye û di nav çar rojên borî de 3 caran êrîşî hêzên ewlehiyê kirine ku hejmarek leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin