Îsraîlê pistî êrîsên terorî asta amadebasiyê bilind kir

30 March 2022 21:00 0 dîtin
Îsraîlê pistî êrîsên terorî asta amadebasiyê bilind kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsarîlê Yair Lapid ragihand ku wan piştî êrîşa terorî ya şeva borî ku 5 kesên sivîl hatin kuştin, asta amadebaşiya li welat bilind kir.

 Lapid piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Avusturyayê Alexander Schallenberg, li Qûdsê (Orşelîm) di civîneke rojnamvanî de, behsa êrîşa şeva borî ku di nav hefteyekê de sêyem êrîşa terorî ya ser Îsraîlê ye kir.

Yair Lapid got ku wan piştî êrîşa li Beni Barakê ya şeva borî nirdxandin bi rayedarên ewlekariyê re kirine û biryar hatiye dayîn ku asta xwe ya amadebaşiyê bilind bikin û hêzên xwe yên ewlekariyê yên li qadê bihêztir bikin.