Pistî êrîsên DAISê Pêsmerge ket tevgerê: Hêzeke mezin hat sandin

06 December 2019 15:16 0 dîtin
Pistî êrîsên DAISê Pêsmerge ket tevgerê: Hêzeke mezin hat sandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, fewcên lîwa 16 ya Pêşmerge şand, ber bi çeperên pêş ve yên berevanîya sînorê Germîyanê.

Li gorî ragihandina medya Kurdistanê, piştî êrîşa terorîstên DAIŞê û şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyên Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge biryar daye ku hêzên zêdetir bişîne wê deverê ji bo zexmkirina çeperên berevanîyê.

Hat zanîn ku cîgirê Serokê Herêmê Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa serpereştîya livandina wê hêza Pêşmerge kiriye ku ew hêza hatiye şandin, xwedî hemû pêdiviyên leşkerî ye ji bo rûbirûbûna terorê û parastina sînorên Germiyanê.