Wezîrê Pêsmerge: Pistî operasyonên Pêsmerge tevgera DAISê kêmtir bûye
PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl eşkere kir, liv û tevgerên DAIŞê li sînorên ku Pêşmerge operasyon kirine kêm bûne û herwiha çend lijne jî ji bo rêkxistina sengerên Pêşmerge hatine pêkanîn.
Şoreş Îsmaîl ligel hejmarek rayedar û fermandarên hêzên Pêşmerge îro 28ê Kanûna 2021ê serdana sengerên hêzên Pêşmerge yên li Germiyanê kir û li Kifrî jî civîneke rojnamevanî saz kir.
Wezîrê Pêşmerge diyar kir: “Piştî operasyonên hêzên Pêşmerge li Germiyanê, liv û tevgerên çekdarên DAIŞê kêmtir bûne. Em hêvî dikin, em hevkarî û hemahengiya ligel artêşa Iraqê heye bihêztir bikin û ji DAIŞê re derfet nehêlin ku bi dilê xwe tevbigere.”
Îsmaîl bi bîr xist: “Me çend lijne pêk anîne ji bo sengersazî û rêkxistina sengerên Pêşmerge. Serdana me ya îro jî ji bo vê yekê bû ku em ji bernameya ku me ji bo rêkxistina sengeran daniye, dilniya bibin û eger kêmasiyek hebe em bibînin.”
Li ser rêkxistina hêzên Pêşmerge, Şoreş Îsmaîl da zanîn: “Di proseya çaksaziya li nav hêzên Pêşmerge de, niha 20 lîwa di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de ne, herwiha Hêza Piştevanî ya 1 û 2 ser bi Wezareta Pêşmerge ne, ev prose gav bi gav tê cîbicîkirin û hemû hêz tevlî Wezareta Pêşmerge dibin.”
Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir: “Du lîwayên hevbeş ku biryar e di navbera Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê de werin pêkanîn, pêkhateya wan temam bûye û hemahengî hatiye temamkirin, lîwayeke Wezareta Pêşmerge bo Wezareta Berevanî ya Iraqê hatiye veguhestin, Serokwezîrê Iraqê rizamendî li ser vê mijarê nîşan daye, em hêvî dikin demildest hêz li wan deveran dest bi kar bikin.”
Herwiha Şoreş Îsmaîl eşkere kir: “Pêşmerge dê li wan deverên ku ji destê DAIŞê rizgar kirine, bimîne. Êdî operasyonên din jî dê çêbibin ji bo jinavbirina DAIŞê û parastina xelkê deverê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin