Wezîrê Pêsmerge: Hîn metirsiya DAISê bi dawî nebûye

18 November 2024 09:57 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge: Hîn metirsiya DAISê bi dawî nebûye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku liv û tehdîdên rêxistina terorîst a DAIŞê heta niha jî berdewam in, bi taybet li navçeyên ku di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de valahiya ewlehiyê heye.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl doh 17.11.2022ê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama teqîna saetên sibehê de li gundê Palkana yê ser bi Tûzxurmatuyê, dema ku hêzên hevbeş ên lîwaya 20 a Pêşmerge û artêşa Iraqê li baregehên terorîstan digeriyan, hevbendiya 1. Fermandarê lîwayê Albay Saman Sabir Silêman, Firqeya 9 a Zirxî ya Artêşa Iraqê diyar kir ku efserê endezyarî Albay Muhammed Riza Kerîm û Şerîf Ehmed Mihemed Emîn jiyana xwe ji dest dane.

Şoreş Îsmaîl got: “Em gelê Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge bi hemû awayî amade ne bo parastina gel û axa Kurdistanê û jinavbirina teror û terorîstan.”

Şoreş Îsmaîl got, liv û tevger û gefên DAIŞê heta niha jî berdewam in, bi taybet li navçeyên ku di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de valahiya ewlehiyê heye û wiha got:

“Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo bêbandorkirina terorîstan amade ne û dê bi piştevaniya artêşa Iraqê li van deveran lêgerînê berdewam bikin.”