Wezîrê Pêsmerge hisyarî da: Wê serê DAISê dijwartir bibe

21 August 2019 20:05 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge hisyarî da: Wê serê DAISê dijwartir bibe

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmergeyên Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û Wezîra Berevanîya Almanyayê  Annegret Kramp-Karrenbauer piştî lidarxistina civînê derketin pêş rojnamevnan.

Herdu wezîran ragihand ku metirsîyên herî dawî yên li herêmê û metirsiya grûbên tundrew hatine gotûbêjkirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di civîna rojnamevanî de ragihand, “DAIŞ bi xwe ji nû ve rêxistinkirinê re mijul e û şerê dahatuyê yê li dijî DAIŞê wê dijwartir bibe.”

Şoreş Îsmaîl ji welatên hevpeyman daxwaz kir, ji bo hevkariya bo hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Wezîra Almanyayê diyar kir ku ew gelek bi hestiyarî çavdêrîya deverê dikin  û ew dê li Kurdistanê bimînin û got, 'Wê Almanya hevkariya bo Herêma Kurdistanê berdewam bike.'