Mesrûr Barzanî: Rola Pêsmerge di serê DAISê de çi be, ya jinên werzisvan ên Kurd jî ew e

28 June 2022 14:28 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Rola Pêsmerge di serê DAISê de çi be, ya jinên werzisvan ên Kurd jî ew e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Hezîranê pêşwazî li Hilbijardeya Futsalê ya Xanimên Iraqê kir ku piraniya lîstikvanên wê xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di hevdîtinê de, ji ber bidestxistina pileya yekem li Sêyem Qehremaniya Rojavayê Asya ya Futsalê ya Xaniman ku li Erebistana Siûdiyê birêve çûbû, pîrozbahî û destxweşî li wan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, werziş ji bilî sûda wê ya tenduristî, roleke wê ya girîng di nasandin û pevguhartina kulturê di navbera gelên cîhanê de heye û xweşhaliya xwe nîşan da ku hevahengiyeke baş di navbera endamên hilbijardeyê de heye ku ji pêkhateyên cuda ên Iraqê pêk hatiye û karîne bi hev re Iraqê bihêztir bikin.

Serokwezîr Barzanî herwiha diyar kir, wek çawa Pêşmerge li sengerên berevaniya li Kurdistanê û di rûbirûbûna teroristanê DAIŞê de, roleke wan a berçav hebû û cîhan sersam kir, îro jî jinên Kurdistanê di warê werzişê de, rola wan a bandor di serkeftin û bidestanîna pileya yekem bo Hilbijardeya Iraqê hebû.

Endamê Yekîtiya Topapê ya Iraqê û Serokê Şand û Endamên Hilbijardeya Futsalê ya Xanimên Iraqê Fîras Behr El-Ulom jî spasî kir û pêzanîna xwe ji bo girîngîpêdan û piştevaniya Serokwezîr li werziş û werzişkaran anî ziman.