Serok Barzanî peyamek li ser rola Pêsmergeyan di serê li dijî DAISê de belav kir
PeyamaKurd – Li ser rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û got; tu kes û aliyek nikare vê heqîqetê veşêre, ku efsaneya DAIŞê bi destê kurên qehreman ên gelê Kurd hat şikandin.
Di peyama xwe de Serok Barzanî da zanîn:
“Ev demek e di hinek navendên ragihandin û siyasî de behsa şerê DAIŞê tê kirin. Li vir rastiyek heye ku nabe çavpoşî lê bêkirin.”
Serok herwiha destnîşan kir:
“Di şerê DAIŞê de, me spasiya hevpeymanan û Amerîkayê kir ku alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Me spasiya hemû aliyên ku beşdarî di şerê DAIŞê de kirine û alîkariya Pêşmergeyan kirine, kir.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ev demek e di hinek navendên ragihandin û siyasî de behsa şerê DAIŞê tê kirin. Li vir rastiyek heye ku nabe çavpoşî lê bêkirin, DAIŞ diyardeyeke ku dijminê hemû mirovayetiyê ye û şerkirina li hember DAIŞê şerekî hêsan nîne ji ber ku bereyeke berfireh û hemû aliyan e û hemû aliyek jî bi tenê nikarin DAIŞê têk bibin. Ji bo nehiştina DAIŞê hemahengî û karê hevbeşiya hemû aliyek û civaka navdewletî pêwîst e.
Di şerê DAIŞê de me spasiya hevpeymanan û Amerîkayê kir ku alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Me spasiya hemû aliyên ku beşdarî di şerê DAIŞê de kirine û alîkariya Pêşmergeyan kirine, kir. Lê belê divê her kes bizanibe ku ewê li ser erdê bi xwîn bi qurbaniyên xwe Kurdistan ji gefên DAIŞê parast, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Ti kes û alî nikare vê rastiyê veşêre ku efsaneya DAIŞê li ser destê kurên qehreman ên gelê Kurd hat şikandin.
Mesûd Barzanî
27.01.2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin