"Amerîka pesnê rola Serok Barzanî di nêzîkkirina partiyên Kurdistanê de dide"

09 February 2025 17:00 0 dîtin
"Amerîka pesnê rola Serok Barzanî di nêzîkkirina partiyên Kurdistanê de dide"

PeyamaKurd – Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî li gel berpirsên payebilind ên Wezareta Derve ya Amerîkayê civiya.

Hewramî di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de bi rayedarên payebilind ên Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiya. Di hevdîtinê de berpirsên payebilind ên Wezareta Derve ya Amerîkayê rola Serok Barzanî ya ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdistanî ji hev re bilind nirxand û tekez li ser berdewambûna wan hewlan kir.

Hewramî roja Şemiyê 08.02.2025ê li Wezareta Derve ya Amerîkayê ligel Tom Rosenberger Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê û navçeyê û Scott Boltz nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên bakurê rojhilatê Sûriyê civiya.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, di van hevdîtinan de Hewramî derbarê hewl û gavên Serok Barzanî yên ji bo aştî, aramî û yekrêziya Kurdan de agahî da berpirsên payebilind ên Wezareta Derve ya Amerîkayê.

Berpirsên pilebilind ên Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandin ku ew rola Serok Barzanî ya ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdistanî ji hev re bilind dinirxînin û girîng e ku li ser van hewlan berdewam bin.