Balyozê Amerîka rola Serok Barzanî di nêzîkirina Kurdên Rojava de bilind nirxand

05 February 2020 21:06 0 dîtin
Balyozê Amerîka rola Serok Barzanî di nêzîkirina Kurdên Rojava de bilind nirxand

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Selaheddîn bi Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller û şanda pê re civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêj kirin ku  ronahî xistin ser proseya siyasî ya Iraqê û raspartina Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî.

Herwiha tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan û bi deng hatina daxwazên xwepêşanderan û aramiya Iraqê hat kirin.

Di beşeke din a civînê de, Serok Barzanî li ser paşeroja gelê Kurd li Suriyê, dîtin û nerînên xwe gotin û balyozê Amerîka li Iraqê jî rola Serok Barzanî di nêzîkirina aliyên Kurdî li Sûriyê de, bilind nirxand.

Di civînê de herwiha tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka û hemahengiya berdewam a di navbera wan de hat kirin.