Serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê krîza siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

30 March 2022 18:52 0 dîtin
Serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê krîza siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 30yê Adara 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller û şandeke pê re kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgo kirin.

Balyozê Amerîka yê li Iraqê di civînê de, ji bilî destnîşankirina palpiştiya welatê xwe ya ji bo aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê tekez li wê yekê kir ku Amerîka dixwaze hikumeta nû ya Iraqê hikûmeteke bihêz be.

Herwiha Tueller, pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya ji bo damezrandina Herêma Kurdistan û Iraqa nû û proseya siyasî ya Iraqê anîn ziman.

Di beşeke din a hevdîtinê de di derbarê gef û astengiyên li ber proseya siyasî û guşara li ser aliyên siyasî ji bo sernegirtina rêkarên destûrî û demokratî yên li nav proseya siyasî ya Iraqê danûstandina bîr û ramanan hat kirin.

Di derbarê qeyrana siyasî ya Iraqê de jî Serok Barzanî ragihand ku ji bo rasterêkirina rewşa Iraqê pêwîst e Encûmena Nûneran û saziyên wê dûrî li her cûre guşarekê bi erkê xwe yên xwezayî rabin û bingehên şirîkatî û tewazun û destûrê bi cih bikin.