Balyozê Amerîkayê seredana Serokwezîr Barzanî kir

14 May 2020 23:21 0 dîtin
Balyozê Amerîkayê seredana Serokwezîr Barzanî kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi balyozê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê bi Steven Fagin re civiya. Di civînê de li ser rewşa herêma Kurdistanê û Iraqê hat axaftin. Balyozê Amerîkayê pesnê hukumeta herêma Kurdistanê da ku çawa xwe li pêşberê Kovid-19 ê parastin.

Barzanî behsa têkiliyên Kurdistanê û Bexdayê kir û ragihand ku divê pisrgirêk li gor destûra Iraqê bên çareserkirin û hevdîtinên her dû aliyan dewam dikin. Her dû alî li ser bi hêzkirina pêwendiyan û pêşxistina weverhênan Amerîkayê li herêma Kurdistanê bûn hemfikir.

Barzanî ji balyoz xwest ku Amerîka û civaka navdewletî bo krîza Kurdistan û Bexdayê ya aborî destekê bidin.