Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya pistevaniya Balyozê Amerîkayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.
Di civîna ku Konsolê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller jî amade bû, guftûgo li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin kirin.
Balyozê Amerîka li Iraqê ronahî xiste ser diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê û diyar kir, di çarçoveya hêzên hevpeymanan de, Amerîka di piştevanîkirina artêşa Iraqê û Pêşmerge de, ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê berdewam dibe.
Balyozê Amerîka pesnê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybet pêngavên çaksaziyê yên di Wezareta Pêşmerge de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hewl û piştevaniya Balyozê Amerîka di pesendkirina yasaya budçeya federalî de kir û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi cibicîkirina yasaya budçeyê tekez kir û daxwaz ji Hikûmeta Federalî kir, erkên xwe li hember Herêma Kurdistanê di çarçoveya yasaya budçeyê de bicih werîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin