Serokwezîr Barzanî di hevdîtina ligel General Bertrand de spasiya pistevaniya berdewam a Fransayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Operasyonên Taybet ên Fransayê General Bertrand Toujouse kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyan û hevahengiya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û hewlên rûbirûbûna terorê hatin kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Operasyonên Taybet ên Fransayê, pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê wek faktereke aramiyê li Iraqê û navçeyê bi nav kir û tekez li wê kir ku serdana wî ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo tekezkirina hevkariya xurt a di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya berdewam a Fransayê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan, karê hevbeş û hevahengiya dualî nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin