Ji Serokwezîr Barzanî daxuyaniya hevdîtina ligel Erdogan...

20 June 2023 17:19 0 dîtin
Ji Serokwezîr Barzanî daxuyaniya hevdîtina ligel Erdogan...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Hezîranê bi serdaneke fermî gihîşt Tirkiyeyê û piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

Mesrûr Barzanî, derbarê serdana xwe ya Enqerê û hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de got: “Me li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî û geşedanên dawî yên Iraq û herêmê gotûbêj kirin.”

Serokwezîr Barzanî, piştî hevdîtina ligel Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Min îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û pîrozî li dubare hilbijartina wî kir. Me li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”