Nêçîrvan Barzanî naveroka hevdîtina ligel Erdogan eskere kir

16 October 2024 16:18 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî naveroka hevdîtina ligel Erdogan eskere kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî civîna li Enqereyê ya bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Me behsa bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Tirkiyeyê kir.”

‘Me li ser çend mijaran gotûbêj kir’

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 16ê Cotmehê piştî civîna ligel Erdogan ya li Koşka Serokomariyê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek belav kir û tê de got: “Ez kêfxweş im ku careke din li Enqereyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiyam.

Me li ser çend mijaran gotûbêj kir, ji wan jî bihêzkirina aramiya herêmê û bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Tirkiyeyê re.”