Ji Josep Borell peyama naveroka hevdîtina ligel Serok Barzanî: ‘Hîn karê me neqediyaye’
PeyamaKurd – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ku doh 7ê Îlonê li Kurdistanê bi Serok Mesûd Barzanî re civiyabû, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek derbarê wê hevdîtinê de belav kir.
Borell di peyama xwe de bal kişand ser naveroka hevdîtina ligel Serok Barzanî û got, “Di civîna min bi Barzanî re, me behsa rola Herêma Kurdistanê di pirsa aramî û ewlehiya navçeyê de kir.”
Josep Borell di peyama xwe ya bo Serok Barzanî de diyar kir, “Rola Herêma Kurdistanê ligel Hevpeymaniya Navdewletî di rûbirûbûna DAIŞê de bilind dinirxînim. Bi erkên xwe pabend dibin. Hîn karê me neqediyaye”.
Insightful discussion w/@masoud_barzani on the role of Kurdistan region in Iraq & security issues yesterday. I commend the important contribution of Kurdistan regional government in the efforts of the @coalition against Da’esh. We remain firmly committed - the job is not finished pic.twitter.com/MOchGJkyqg
— Josep Borrell Fontelles (@JosepBorrellF) September 8, 2021
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell roja Sêşemê 7ê Îlonê bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û bi Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê re civiyabû û soza piştgiriya berdewam dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin