Ji Nêçîrvan Barzanî peyama naveroka hevdîtina ligel Macron: Pir kêfxwes im…
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina îro 3yê Mijdarê ya li Koşka Elysee ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser medya civakî peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser platforma Xê derbarê naveroka hevdîtinê de ragihand, “Pir kêfxweş im ku ligel dostê xwe yê rêzdar Serokomar Macron li Parîsê hatim ba hev. Ji bilî bihêzkirina pêwendiyên navbera Fransa, Iraq û Herêma Kurdistanê, me li ser geşedanên dawî gotûbêj kir.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser dostaniya dîrokî ya Fransa û Kurdistanê û diyar kir, “Pêwendiyên dîrokî yên navbera Fransa û Kurdistanê, di warê pabendbûna bi aştî, îstiqrar û aramîyê de, gelekî kûr in.”
Delighted to meet my dear friend, President @EmmanuelMacron in Paris.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) November 3, 2023
We discussed further strengthening ties between Iraq, Kurdistan Region, and France, as well as the ongoing developments in Iraq and beyond.
The historic bonds between the Kurdistan Region and France run… pic.twitter.com/D3JhIBdkDy
Hêjayî gotinê ye, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Emmanuel Macron serdana Parîsî kir û Macron dema pêşwazîkirinê got ku ew gelekî bi pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî serbilind e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin