Ji Nêçîrvan Barzanî peyama hevdîtina ligel Boris Johnson...
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hevdîtina xwe ya îro 17ê Îlonê ya ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye de dibêje, “Îro li Londonê bi dîtina Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson kêfxweş bûm” derbarê naveroka hevdîtinê de wiha got:
“Em li ser mijarên pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê, zêdebûna gefên terorê, îstiqrara herêmî û hevkariya aborî axivîn.”
Delighted to meet the British PM @BorisJohnson in Londan today. We discussed KR-UK ties, increased threat of terror, regional stability and areas of potential cooperation, including economy. I appreciate the PM’s continued commitment to further strengthening ties with KR & Iraq. pic.twitter.com/mRPeQNnkp7
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) September 17, 2021
Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan kir, “Ez biryardariya Serokwezîr Johnson a bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê pîroz dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin