Akar li ser hevdîtina ligel Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî axivî: Em di wê mijarê de hevnêrîn in...
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî de ku li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê pêk anîbû daxuyanî dan.
Hulusî Akar got ku wan di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de mijarên gerdunî û pirsgirêkên ewlehiyê gotûbêj kirine û wan jî fikrên xwe anîne ziman û diyar kir, wî behsa têkoşîna dijî PKK/YPG, DAIŞ û FETO û rêxistinên din di konferansê de kiriye.
Akar li ser pirsa rojnamevanan a hevdîtinên bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên de jî wiha got:
“Tirkiye rêzê li sînor, serxwebûn û serweriya hemû cînarên xwe digire, ev di hemû çalakiyên Artêşa Tirkiyê de bê kêmasî tê bicihanîn. Ligel vê yekê ji bo pêkanîna ewlehiya sînor, gel û welatê me heta terorîstek jî bimîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila ti şika kesî çênebe. Li wan deran encamdana operasyonê ji cîranên me re ne bêrêzî ye. Berevajî vê yekê em dixwazin alîkariya wê derê bikin. Em hewl didin ku li wan deran teror nemîne. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên ku me bi Wezîrê Derve Fuad Huseên Husên, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re kir de jî em hemû di vê mijarê de hevnêrîn in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin