Keskîn Bayindir pistî hevdîtina li gel Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

17 February 2025 13:28 0 dîtin
Keskîn Bayindir pistî hevdîtina li gel Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

PeyamaKurd – Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê ya bi serokatiya Pervîn Buldan ku li Hewlêrê ye, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina ku bi qasî 2 saetan dewam kir, li ser navê Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEMê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir daxuyanî da.

Bayindir da zanîn ku hevdîtin erênî û erênî bû û weha got:

“Şanda me bi Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtineke gelek erênî, jidil û birayanr pêk anî. Me di hevdîtina xwe de silav, hezkirin û peyamên Ocalan ên derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de ji birêz Nêçîrvan Barzanî re ragihandin. Birêz Barzanî û şanda pê re helwêsteke gelek erênî ji bo encamdana erênî ya vê pêvajoyê nîşan da. Hêviya gelê Kurd ji aştî û pêvajoya çareseriyê heye. Hêviya hemû partiyên Kurdistanî ew e ku ev pêvajo bi erênî bi dawî bibe. Birêz Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku ji bo biserxistina vê pêvajoyê ew ê piştgiriyeke mezin bidin.”