Keskîn Bayindir: Nêrînên Serok Barzanî ji bo pêvajoyê gelekî girîng in

16 February 2025 15:06 0 dîtin
Keskîn Bayindir: Nêrînên Serok Barzanî ji bo pêvajoyê gelekî girîng in

PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku bi şanda DEM Partiyê re li Hewlêrê ye, piştî serdana Serok Mesûd Barzanî daxuyanî dan rojnamevanan.

Bayindir got: “Me silav û peyama Abdullah Ocalan gihandin Serok Barzanî û Serok Barzanî jî piştevaniya xwe bo proseya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tekez kir. Helbet nêrîn û pêşniyarên Serok Barzanî yên derbarê pêvajoyê de gelek girîng in.”

Hevserokê DBPê diyar kir, “Di hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser piştgîriya xwe temam bo proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir. Em gelek spasiya helwesta Serok Barzanî dikin û em pê serbilind in.”

Şandeya Îmraliyê ya ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Sirri Sakik û herwiha ji hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç pêk tê şeva borî gihîştibû Herêma Kurdistanê.

Şandeyê yekem hevdîtina xwe ligel Serok Barzanî pêk anî û sibe jî bi Nêçîrvan Barzanî re dicive.