Li ser naveroka hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî daxuyanî hat dayîn

06 August 2021 14:29 0 dîtin
Li ser naveroka hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî daxuyanî hat dayîn

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Înê bi Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya.

Piştî civînê bi daxuyaniyekê hat ragihandin, di civîna ku Seroka Parlemena Kurdistanê Rêwaz Fayiq û şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê tê de amade bûn de, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û Îranê, aramî û warên alîkariyên hevbeş hatin guftûgo kirin.

Her du alîyan bal kişandin ser peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê û tekezî li ser bihêzkirina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamî kirin ku bi taybetî pêşxistina warê danûstandinên bazirganî û parastina aramiya tixûb û navçeyê bi giştî.

Herwiha hat diyarkirin ku pêşhatên dawî û pêşxistinên navçeyê û çend mijarên din ên girîng û hevbeş jî di civînê de hatine axaftin.