Naveroka hevdîtina Nêçîrvan Barzanî hat eskere kirin: Erdogan soz da…

06 September 2020 18:30 0 dîtin
Naveroka hevdîtina Nêçîrvan Barzanî hat eskere kirin: Erdogan soz da…

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, du roj berê 4ê Îlonê bi serdaneke fermî li paytexta Tirkiye Enqerê bû û tevî şanda Kurdistanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu û piştre jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiyabû.

Hat ragihandin ku derbarê berdewama operasyonên artêşê Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiraniya xwe ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re derbiriye û wî jî soz daye û gotiye; “Ew dê di wê mijara operasyonan de hestiyartir bin.”

Li gorî nûçeya Rûdawê çavkaniyeke bilind ku ji hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Erdogan haydar e, naveroka wê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya ligel Erdogan eşkere kiriye û wiha gotiye:

“Nêçîrvan Barzanî nîgeraniyên Herêma Kurdistanê yên derbarê berdewamiya operasyon û ziyana gihişte xelkê de gihand Recep Tayyip Erdogan û wî jî soza pêdeçûnê daye û gotiyê dê hestiyartir bin.”

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya piştî civîna ligel Serokomarê Tirkiyê de hatibû diyarkirin ku Erdogan gotiye; “Welatê wî amade ye bo hemû cure alîkarî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û ew dê hemû pêdawîstiyên tenduristî û pizîşkî jî pêşkêş bikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku di civînê de behsa gotûbêjên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û dawîn pêngavên bo çareserkirinê pirsgirêkan û aloziyên li sînor hat kirin û herwiha rewşa giştî ya Iraqê û hewlên ji bo berengarbûna metirsiyên DAIŞê gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye, rojek piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Enqerê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di çarçoveya wê operasyona ku roja 16ê Hezîranê dest pê kiribû de, leşkerên Tirkiyê xebatên xwe yên lêgerînê li deverê bi “serkeftî” temam kirine ango operasyon hatiye bidawîanîn.