Naveroka hevdîtina Mesrûr Barzanî û Sûdanî hat eskere kirin

11 January 2023 19:58 0 dîtin
Naveroka hevdîtina Mesrûr Barzanî û Sûdanî hat eskere kirin

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Serokwezîr Barzanî ji Serokwezîrê Iraqê re gotiye: “Eger niyeta çareseriyê hebe, gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan û rêkeftina me ya aliyan û karnameya wezarî ya hikûmeta me heye ji bo çareserkirina kêşeyan.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Çileyê li Bexdayê, ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û di civînê de tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û karnameya wezarî hat kirin.

Di daxuyaniya Hikûmeta Kurdisanê de hat gotin: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku eger niyeta çareseriyê hebe, gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan, herwiha diyar kir ku rêkeftina me ya aliyan û karnameya wezarî ya hikûmeta me heye ji bo çareserkirina kêşeyan.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî tekez kir ku daxwaza wan a bihêz heye ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi awayekî ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Di beşeke din a civînê de, amadekariyên projeyasaya budceya federal a ji bo sala 2023an û hûrgiliyên pişk û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federal de hatin gotûbêjkirin.

Li ser pêngavên amadekirina projeyasaya petrol û gaza federal jî gotûbêj hatiye kirin di çarçoveya rêkeftina aliyan ya ji bo pêkanîna hikûmetê û di karnameya wezarî de.

Hat eşkerekirin ku herdu alî hevnêrîn bûne li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyan û gihîştina çareseriyekê ji bo herdu mijarên pêwendîdar ên budce û petrol û gazê di çarçoveya destûrê de.

Girîngiya cîbicîkirina Madeya 140 û desteberkirina mafên destûrî yên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqa Federal û bicihkirina rêkeftina Şingalê, çend mijarên din ên gotûbêjan bûne.