Ji Mesrûr Barzanî bo Sûdanî: “Divê pirsgirêka meas ji nakokiyên siyasî dûr bê girtin”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî ragihand ku aramiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bingeheke girîng e ji bo aramiya tevahiya Iraqê û got, “Ji bo zêdetir bipêşvexistina hevkarî û hemahengiya di navbera her du hikûmetan de avakirina kabîneya nû ya hikûmetê girîng e.”
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî îro saet 09.00an li balafirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat destnîşankirin ku ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, El-Sûdanî pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, El-Sûdanî tekezî li ser wê yekê kir ku aramiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bingehekî girîng e ji bo aramiya tevahiya Iraqê û girîngiya pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir bipêşvexistina hevkarî û hemahengiya di navbera her du hikûmetan de ye.
Di derbarê pirsgirêka meaş de jî Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku weke li navçeyên din yên Iraqê, li gor biryara Dadgeha Bilind a Federalî, divê pirsgirêka meaş ji hemû gotûbêjên siyasî dûr bê girtin.
.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin