Mesrûr Barzanî ji El Erebiye re axivî: Pêwendiyên me yên bi Bexdayê re pistî hatina Sûdanî bastir bûne

22 September 2024 13:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji El Erebiye re axivî: Pêwendiyên me yên bi Bexdayê re pistî hatina Sûdanî bastir bûne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevpeyvînek da kanala El-Erebiye û daxuyaniyên girîng dan. Serokwezîr Barzanî, behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û guftûgoyên her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawestî û hejmarek mijarên din kir.

El-Erebiye: Du sal di ser damezrandina hikûmeta birêz Mihemed Şiya Sûdanî re derbas dibin, hûn hevbeş in yan tenê di hikûmetê de beşdar in? Pêwendiya xwe bi Bexdayê re çawa dibînin?

Mesrûr Barzanî: “Hûn bi xêr hatin, ez kêfxweş im ku careke din hevpeyvînê bi we re dikim. Helbet em dixwazin bibin hevbeşê hikûmetê, hemî rêzdariya me ji birêz Sûdanî re heye. Pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştî ku birêz Sûdanî dest bi kar kiriye, hîn baştir bûne, lê her du alî kar ji bo bidawîkirina wan pirsgirêkan dikin. Ya girîng ji bo me, pabendbûna bi destûrê û cîbicîkirina hemû madeyên wê ye, da ku Herêma Kurdistanê hest bi wê yekê bike ku hevbeşê rasteqîne ye di sîstema desthilatdariya Iraqê de.”

El-Erebiye: Gelek siyasetmedar behsa destûrê dikin, lê hinek jî di wê baweriyê de ne ku cîbicîkirina destûrê li gorî sûdeya aliyek ji aliyekî din bêhtir dibîne ve girêdayî ye. Çi xalên nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane, mûçe yan petrol û gaz?

Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka me ji pirsa mûçe û neft û gazê mezintir e. Wek hûn jî dizanin, doza kurdî li Rojhilata Navîn û Iraqê rîşeyên wê yên dîrokî hene û vedigere avakirina dewleta Iraqê.

Pêwîst bû dewletek li ser bingehê her du pêkhateyên sereke yên Iraqê, kurd û ereb, li gel pêkhateyên din ên Iraqê ava bibûya û Iraq bi heman awayî biba welatê me hemûyan. Pirsgirêkên me li ser nasnameya netewî, xak û navçeyên nakok in. Pirsgirêkên petrol û gazê, bûdce û mûçe piştî ku pirsgirêk kom bûn û nehatin çareserkirin derketin holê. Ji ber vê yekê, eger hûn rastiyê dixwazin, di destûrê de çareseriya pirsgirêka me heye. Destûr nabe ji bo berjewendiyên aliyekî li dijî aliyekî din bê bikaranîn. Destûr ji komeke xalan pêk tê, ku hemû alî li ser hatine gotûbêjkirin û li ser lihevkirine û mafên piraniya xelkê Iraqê garantî dike. Rast e Kurd û pêkhateyên din di wê baweriyê de ne ku destûr hemû mafên wan misoger nake. Lê em di wê baweriyê de ne ku destûreke me heye ku piraniya xelkên Iraqê dengên xwe dane wê û divê her kes rêz lê bigire û nabe weke lîsteyekê were dîtin ku her kes bikare xalên ku dixwaze cîbicî bike hilbijêre û guh nede madeyên din. Kurd di danûstandinên destûrê de baldar bûne û em bi wê yekê pabend in ku destûr wek xwe bê cibicîkirin.

El-Erebiye: Serokwezîrê Iraqê herî dawî got ku divê yasaya bûdceyê were sererastkirin an jî li Parlamentoya Iraqê dengdan li ser bê kirin. Ma hûn dibînin ku hûn ê di demek nêzîk de bigihin çareseriyek razîker?

Mesrûr Barzanî: Bawer bikin eger niyeta baş hebe, çareserî hêsan e. Helbet me ew niyet heye û me çendîn car tekez kiriye ku gavên erênî hene ku me avêtine ji bo gihîştina rêkeftina dawîn ji bo parastina berjewendiyên giştî yên Iraqê.

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên Iraqê sûdmend bû, rawestandina wê jî zirarê dide aboriya Iraqê. Ji bo agahiya we, rawestandina hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 19 milyar dolar ziyan çêbûye ku piraniya wê ketiye ser Herêma Kurdistanê. Hikûmeta federal ti îradeyek ji bo qerebûkirina ziyanên Herêma Kurdistanê nîşan nedaye. Heta ku biryar bidome, dê xisar jî bidome. Lewma em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina vê pirsê, tevahiya Iraqê jê sûdmend dibe.

Niha du xalên sereke hene ku di baweriya min de çareserkirina wan pir hêsan e. Ya yekem lêçûna rastîn a derxistina neftê ye. Zeviyên Kurdistanê cuda ne û cureya petrola van kêlgehan jî cuda ye.

Niha danûstandin ji bo diyarkirina nirxê bîrên petrolê li seranserê Iraqê tên kirin. Li herêmên ku nefta giran lê heye, derxistina wê zehmet dibe û bihayê wê bi qasî 30 dolaran e, ji ber wê jî nabe bihayekî yekgirtî ya 6 û 8 dolarî di bûdceyê de were danîn û ji bo tevahiya Iraqê were giştîkirin. Ev yek ne pêkan e, ji ber ku kompanyayên sermayedar hemû biyanî ne û beşek ji sermayeya xwe ji bo derxistina nefta Herêma Kurdistanê razandine, beşek ji wê jî wek xerciya vegerandina tiştên ku ji petrolê tên derxistin, beşeke din a veberhênana wan jî li gorî peymanan e, yên mayî jî ji deynên berhevkirî têne girtin, van lêçûn tev lê zêde dikin, lêçûna rastîn a derxistina petrolê, diyar dibe.

Ev lêçûn ne me diyar kiriye, ev rastiyek e ku ji aliyê komîteyeke taybet ve hatiye lêkolînkirin. Ger em li ser vê mijarê bigihin rêkeftinekê, pirsgirêk pir û pir hêsan e ku ji nû ve hinardekirina petrolê dest pê bike.