Mesrûr Barzanî û Kazimî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya.
Di hevdîtinê de mijarên weke çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, parastina mafên destûrî û dabînkirina mafên darayî yên gelê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê, di çarçoveya hevdîtinê de rewşa siyasî ya giştî ya Iraqê, hilbijartinên dahatû yên Parlamentoya Iraqê û pêşhatên li herêmê jî hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya derbarê hevdîtinê de got, "Me li ser mijarên çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, dabînkirina mafên destûrî û dabînkirina mafên darayî yên gelê Kurdistanê gotûbêj kirin."
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya giştî ya Iraqê û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mesrûr Barzanî û Kazimî gihîştine nêrîneke hevbeş ku nakokiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin