Hewlêr | Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî çûn cihê ku rastî êrîsa mosekên Îranê hatiye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 14ê Adarê ligel şandeke bilind a Iraqê, li Hewlêrê serdana cihê ku rastî êrîşa moşekî ya Îranê hatiye kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir, ji ber hatina wî ya Hewlêrê û serdana cihê êrîşê da ku bibîne ew der cihekî sivîl e û milkê welatiyekî vî welatî ye û bûye armanca milmaniya navdewletî ku ne Iraq û ne Herêma Kurdistanê beşek ji wê milmilaniya navdewletî ne.

Mesrûr Barzanî got: “Me daxwaz kir ku lijneyeke navdewletî were avakirin, da ku werin vî cihî bibînin û rastiyan bizanin, da ku ji hemû dinya û xelkê Iraqê û Îran û hemû civaka navdewletî re eşkere bibe ku ev der cihekî sivîl e û ew tohmet û buhtanên li Herêma Kurdistanê têne kirin nerast in, ku goya cihekî eskerî bûye û ji bo welatekî din hatiye bikaranîn. Ti bingeha wê tune ye, em ti car ne beşek ji wê milmilaniyê ne, ku mixabin me tevlî kirine, loma pêkanîna lijneyê ji bo vê mebestê, gelek gelek girîng e, daku rastî ji bo xelkê û ji bo civaka navdewletî werin eşkerekirin.”
Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî diyar kir ku hatina wî ya Hewlêrê peyameke zelal û eşkere ye ku Bexda her dem piştevanê Hewlêrê ye, her weke çawa Hewlêr piştevanê Bexdayê ye.

Mistefa Kazimî wiha axivî: “Me ji welatê cîran ji Îranê daxwaz kiriye ku belgeyên li ser sedema vê êrîşê pêşkêş bikin û em hêvî dikin ev belge gumanê rakin. Loma me lijneyek bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Niştimanî, bi hemahengiya şandeke serbazî û teknîkî pêk aniye ji bo derxistina rastiyan. Em ji hemû Iraqiyan re dibêjin ku em welatekî yekgirtî ne û peyama min jî ji bo xelkê Kurdistanê ew e ku em ji bo hemû alîkarî û piştevaniyê li cem we ne û em ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dixebitin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin