Mesrûr Barzanî li gel Mistefa Kazimî civiya

09 March 2025 19:28 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li gel Mistefa Kazimî civiya

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî re behsa amadekariyên hilbijartinên bê yên Parlamentoya Iraqê kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, Serokwezîr Barzanî îro yekşemî 09.03.2025 pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Iraqê Kazimî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û herêmê û amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku tê plankirin li Iraqê bên lidarxistin hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bên çareserkirin û mafên destûrî û darayî yên gelê Kurdistanê bên dabînkirin.