Mesrûr Barzanî bi Mistefa Kazimî re civiya

08 December 2021 12:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Mistefa Kazimî re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8/12/2021ê li Hewlêrê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şandek serbazî ya ligel wî re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de, bixêrhatina Serokwezîrê Iraqê û şanda pê re kir, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê ji piştî serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê, geşepêdana rewşa aborî û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federalî de mane hate kirin.

Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê êrîşên vê dawiyê ya teroristên DAIŞê û girîngiya bihêztirkirina hewldan, karînan û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hate kirin, ji bo bidawîkirina gef û metirsiyên DAIŞê.