Kazimî bi sedema bobelata lehiya Hewlêrê li serokwezîr Mesrûr Barzanî geriya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi telefonê li serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Mesrûr Barzanî geriya û ji bo di têkoşîna li hemberê bobelata lehiyê de got ku ji destê wî çi were wê alîkariyê bi Herêma Kurdistanê re bike.
Kazimî ji bo malbatên kesên di lehiyê de wefat kirine sersaxiyê xwest û ji bo birîndaran şîfayê xwest. Di axaftina telefonê de Kazimî got ku ji bo sitendina tedbîran ji destê wî çi were wê bi Herêma Kurdistanê re bike. Di axaftinê de her weha ji bo temînkirina asayiş û aramiya Iraqê behsa girîngiya koordînasyonê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin