Nêçîrvan Barzanî ji bo bobelata lehiya Hewlêrê: Çi pêwîst be bikin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Kanûna 2021ê li ser bobelata lehiyê pêwendiyeke telefonî bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw re pêk anî ku li gorî zanyariyên dawî ji ber barana zêde û lehiya li Hewlêrê 9 kesan can daye û ziyaneke mezin ya madî çêbûye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî nîşandana hevxemî û sersaxiya li malbatên qurbaniyan, tekezî li wê kir ku aliyên pêwendîdar û dezgehên hikûmetê bilez û destpêkê kar ji bo rizgarkirina giyanê welatiyan bikin û her çi pêwîst be jî bê kirin ji bo di zûtirîn dem de bi hawara xelkê biçin û hevkariya wan bikin û ji bo pêşwazîkirin û dermankirina qurbaniyan nexweşxane di amadebaşiyê de bin
Parêzgarê Hewlêrê rewşa deverên ziyan dîtine rave kir û behsa proseya hawarhatin, rizgarkirin û karên tîmên hawarhatinê ji destpêka lehiyê ve dest bi kar kirine û bi hawara welatiyan ve hatine kir.
Xoşnaw dubare kir, sazî û dezgeh û aliyên pêwendîdar di karên xwe de berdewam in û pêşhatan dişopînin û karên pêwîst dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin