Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê milyarek dînar pêskês dike
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê, milyarek dînar pêşkêş dike.
Li gor zanyariyan, ev alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo ziyandîtiyên lehiya do ya Hewlêrê, wê bi rêya Dezgeha Rewange pêk were.
Dezgeha Rewange bi daxuyaniyekê diyar kir, alîkarî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatine dabînkirin û bi rêya dezgeha wan, wê bê dabeşkirin.
Herwiha bi hemahengî li gel Parêzgeha Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ew alîkarî wê bên dabeşkirin.
Dezageha Rewange di daxuyaniyê de eşkere kir, alîkarî wê yek milyar dînarê Iraqî be ku kelûpelên pêwist ji bo ziyandîtiyan wê bên dabînkirin.
Bi rêya wan pereyan wê ev alîkarî bên pêşkêşkirin;
- Kelûpel û pêdiviyên navmalê
- Peydakirina xwarinê
- Alîkarîkiriya malbatên ziyandîtî di paqijkirin û rêkxistina xanî û avahiyan de
- Alîkarî ji sibe ve destpê dikin û heta asayîbûna rewşa malbatên ziyandîtî berdewam dibin
Li hejmareke tax û navçeyên Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de 12 kesan can dan, hejmareke kes birîndar bûn û ziyaneneke mezin a maddî çêbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin