Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi alîkariya civaka navdewletî heye
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 7ê Îlonê pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtanyayê ku Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtanyayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê General Sammy Sampson tê de cî digirt kir.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de diyar kir, ji bo yekkirin û reformên di nava Hêzên Pêşmerge de, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi alîkariya civaka navdewletî heye û got, divê alîkarî û piştgiriyên Brîtanyayê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê berdewam bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna ku Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hunt jî amadehî kirin de, têkiliyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞê, proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir ku di dema şerê li dijî DAIŞê de alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser “berdewamiya alîkariyên Brîtanya û civaka navdewletî ya ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û serxistina proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge kir.”
Di hevdîtinê de behsa rewşa Iraqê hat kirin û her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku pêwîstiya aliyên siyasî bi lihevtêgihiştin û rêkeftinekê ji bo derbaskirina asteng û dijwariyên li pêşiya proseya siyasî li Iraqê û parastina aramî û seqamgîriya siyasî li welat heye.
Herwiha her du aliyan tekezî li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Di beşeke din a civînê de jî rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û pêşhatên navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin