Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî rewsa Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

13 November 2024 13:02 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî rewsa Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şîa El-Sûdanî kir.

Di civînê de encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û bûyerên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr El-Sûdanî pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û ji ber beşdariya berfireh a welatiyên Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya hilbijartinan de, pesnê wan veda û ev yek wekî nîşana hişyariya siyasî ya gelê Kurd û pabendbûn wî ya bi pêvajoya demokrasiyê re bi nav kir.

Her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina mekanîzmayên hevahengiya hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên hevpar ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyaloga avaker û pabendbûna bi destûra bingehîn a Iraqê kirin. Her wiha li ser girîngiya berdewamiya diyalogê ya ji bo xurtkirina hevkariyê û bipêşvexistina peywendiyên di navbera xwe de hevfikir bûn.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Serokwezîr El-Sûdanî û aliyên pêwendîdar ên Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinan bilind nirxand û tekezî li ser bihêztirkirina hevkariyên navbera Hewlêr û Bexdayê di qonaxa bê de kir.

Di hevdîtinê de bûyerên li Rojhilata Navîn û bandora wan a li ser Iraqê jî hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du aliyan tekezî li ser bidûrxistina welat ji encamên pirsgirêkên herêmî û hevkariya li gel hev a ji bo ewlekarî û aramiyê kirin.

Di hevdîtinê de behsa bipêşvexistina peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û herêmê jî hat kirin.