Nêçîrvan Barzanî bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re hevdîtin kir

13 January 2024 22:23 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re hevdîtinekî kir. Her dû lîder ragihandin ku divê Iraq ji pirsgirêk û şerên herêmê dûr bisekinin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema wefata 21em salvegera lîderê Şîa Muhammed Baqir el-Hekim tevlî merasimê bû û paşî bi Şiya es-Sudani re civiya.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê, rewşa ewlehî, pêşdeçûnên li herêmê û têkiliyên navbera Bexda û Kurdistanê axifîne.

Her dû lîder her weha li ser aştiya Iraqê, aramî û parastina desthilatê, di dûrsekina Iraqê ji şer û pirsgirêkên herêmê de bûne hemfikir. Mijarên budça Herêma Kurdistanê û Iraqê, mehaneyan, îxracata petrolê, mijarên îdarî, darayî û aborî babetên axaftina her dû lîderan bûye.

Pirsgirêkên heyî divê li gor destûra Iraqê bên çareserkirin û hemwelatiyên Kurdistanê ji van pirsgirêkan zerarê nebînin. Divê pirsgirêka mehaneyên xebatkarên Kurdistanê bi temamî çareser bibin.