Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Kazimî kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî kir, ku kabîneya wî ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pesendkirin.
Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir, ku kabîneya wî hatiye pesendkirin û hêviya serkevtinê jê re dixwaze. Serokê Herêma Kurdistanê her wiha amaje bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û ragihand: Hêvîdar im hikûmeta wî bikare aramî, îstiqrar, ximzetguzarî û pêşkeftinê bo welat û maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê vegerîne.
I congratulate Mr. Mustafa Al-Kadhimi on his election as the new Prime Minister of Iraq and wish him the best. I hope his government succeeds in providing security, stability, and services for Iraqis and reinstates the constitutional rights of the Kurdistan Region.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) May 7, 2020
Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya duh Pêncşembê de, bawerî da kabîneya Mistefa Kazimî û Kazimî bi fermî bû Serokwezîrê Iraqê yê nû.
Duh li Parlamentoya Iraqê dengdan li ser kabîneya Mistefa Kazimî ku bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatibû raspardin, birêve çû. Di encama dengdanê de bawerî bi 15 wezîran hat dayîn, 5 wezar hatin redkirin û dengdana li ser wezaretên derve û petrolê jî hat texîrkirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin