Serokwezîrê Hindistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
PeyamaKurd- Hejmarek serok û berpirsên welatan Cejna Remezanê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 11ê Nîsanê ragihand: “Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Pashinyan bi minasebeta Cejna Remezanê nameyên pîrozbayê ji Serokê Herêma Kurdistanê re şandin.”
Hate gotin ku di nameyan de serokwezîrê Hindistan û Ermenistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li gel pîrozbahiya Cejna Remezanê, hêviya serkeftin, xweşî, aştî û aramiyê ji Nêçîrvan Barzanî re xwestin û hêviya bipêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re anîn ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin