Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê Hindistanê yê careke din hat hilbijartin kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî kir ji ber serkeftina hilbijartinan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Narendra Modî kir ku di hilbijartinên Hindistanê de bi ser ket û careke din wek serokwezîr hat hilbijartin.
Serok Nêçîrvan Barzanî li ser tora xwe ya civakî belavokek belav kir û got: “Ez bi navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî dikim ji ber ku careke din hat hilbijartin. Herwiha got: “Em li hêviya berdewamiya pêşketinên Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Iraq û Hindistanê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin