Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina hilbijartinê Serokwezîrê Hindistanê Modî pîroz kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber serkeftina di hilbijartinan de Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê bi peyamekê Narendra Modi pîroz kir û wiha got:
“Ji ber careke din wek Serokwezîr hate hilbijartin, ez li ser navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dikim û hêviya berdewamiya pêşketinên pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraq ên li gel Hindistanê pêşkêş dikim.”
Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya ku Narendra Modi serokatiya wê dike di hilbijartinên Hindistanê de bi ser ket û Narendra Modi careke din bû Serokwezîrê Hindistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin