Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê re civiya

10 November 2023 12:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re li Hewlêrê civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, di civînê de “pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û rûdanên li herêmê” hatin gotûbêjkirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir, “Piştgiriya Hikûmeta Iraqê girîng e da ku karibe plan û bernameyan xwe bi cih bîne û xizmetê ji berjewendiyên Iraqê re bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir, di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê ya Iraqê jî hatiye nirxandin.

Herwiha di vê civînê de behsa mijarên wekî “hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, girîngiya piştgirîdayîna hewlên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, rûbirûbûna bi pirsgirêkan re, parastina aramî û ewlehiyê” jî hatiye kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî herwiha li Pîrmamê bi Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî civiyabû.