Nêçîrvan Barzanî bi serokwezîrê Iraqê bi Sûdanî re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçova tevlîbûna ‘Forûma Refah û Îstîqrarê ya Iraqê’ ya li Bexdayê, çûbû Bexdayê û bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani re hevdîtin kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de li ser mijarên rewşa aboriya Iraqê û siyasî, destekkirina hukumetê, bicîhanîna bernama hukumeta Iraqê û anîna cem hev ya terefên Iraqê axifîne.
Mijarên din yên hevdîtinê; pêdviya xelkê û daxwazên xelkê yên berya her tiştî, îstîqrara welat û xizmetên ku ji bo geşepêdana Iraqê bên kirin û hinek xalên din bûne. Her dû teref li hev kirine ku pirsgirêkên navbera Iraqê û Kurdistanê bên çareserkirin û çareserî mayînde bin. Nêçîrvan Barzanî di forûmê de axifî û got ku di navbera Kurdistanê û Iraqê de şêwazekî dinê yê axaftinê bi awayekî erênî çêbûye û weha dewam kir:
“Ez nafikirim ku mijarên siyasî li hemberê bicîhanîna peymana navbera Erbîl û Bexdayê bibin asteng. Hinek mijarên etnîkî dibin asteng. Eger Iraq, bi fikra kî xwurte û kî qelse bê îdarekirin, em ê tev wenda bikin.
Di navbera Basra, Bağdat, Silêmaniye, Erbîl û Duhokê de ferq tine. Li ku dera Iraqê pêşdeçûn hebe, em wê weka projeya xwe dibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin