Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariya ziyanmendên lehiya Hewlêrê aliyên hûkmî raspard

31 October 2021 20:09 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariya ziyanmendên lehiya Hewlêrê aliyên hûkmî raspard

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser rewşa lêqewimî û ziyanmendên lehiya Hewlêrê û hinek navçeyên wê, bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav re peywendiyeke telefonî pêk anîye û tekez kiriye, wî aliyên peywendîdar raspardine ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê bikin û pêdiviyên wan dabîn bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiya telefonî de rewşa mexdûrên lehiyê ji Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav pirs kir û behsa çawaniya serederiya aliyên hikûmî li gel rewşê û alîkariya lêqewimiyan kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî “dûpat kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve pêdaçûnê bo cihên ziyandîtîyên lehiyê dike û aliyên peywendîdar raspardine ji bo alîkarî û hevkariya lêqewimiyan û dabînkirina pêdawîstiyan.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “xweşbextane ti ziyaneke canî ya lehiyê çênebûye” û hat gotin, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî ji bilî pêşkêşkirina puxteyek li ser cih û qebareya ziyanan û rewşê bi giştî, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo pirsîn û pêdaçûna rewşa lêqewimiyan û ziyanmendan û amadebûna bo alîkarî û hevkariyan.

Doh Şemiyê 30yê Cotmehê piştî baranake zêde, li navend û çend navçeyên Hewlêrê lehiyeke mezin rabû û ziyaneke zêde ya madî li pey xwe hişt. Lehiyê bandoreke zêde li ser bajarokê Zêrîn, Mela Omer, gundê Korî û bajarokê Korê li Pîrmamê kir.