Nêçîrvan Barzanî ji ber alîkariya wan a berdewam spasiya Holandeyê kir

22 November 2021 20:11 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji ber alîkariya wan a berdewam spasiya Holandeyê kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Duşemê 22yê Mijdarê, pêşwazî li Balyozê Holande yê Iraqê Michel Rentenaar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de, bi taybetî qonaxa piştî hilbijartinên Iraqê, nerazîbûnên li encamên hilbijartinan, pêwendiyên berdewam ên Holandeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha behsa alîkariyên Holandeya di nav Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo têkoşîna dijî DAIŞê, piştevaniya Holande bo çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hêzên Pêşmerge hatin axaftin.

Di civînê her du aliyan tekezî lê kir ku kêşeyên li ser encamên hilbijartinan derketine di çarçoveya destûrê û yasayan de werin çareserkirin û daxwazên xwe yên bo destpêkirina avakirina hikûmeta nû ya Iraqê anîn ziman.

Di beşeke din a hevdîtinê de, li ser piştevaniya Holandeyê ji bo Herêma Kurdistanê di warên çandinî û veberhênanê û hemahengiya ligel sektora taybet hat axaftin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya alîkariyên berdewam ên Holandeyê di nav hevpeymaniya navdewletî de ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê ya têkoşîna dijî DAIŞê de kir û rola Holandeyê ji bilind nirxand, bi taybet jî di warê piştevaniya Pêşmerge û çaksaziyên rêxistinkirina hêzên Pêşmerge de.

Di beşeke din a hevdîtinê de jî çend mijarên hevbeş ên têkildarî her du aliyan hatin gotûbêjkirin.