Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Konsulê nû yê Îtalyayê yê Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone kir.
Nêçîrvan Barzanî ji ber ku Tommaso Sansone nû dest bi kar kiriye, pîrozbahî lê kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê xwest û piştevaniya hemû aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serkeftinê di erka wî ya nû de nîşan da.
Li gorî daxuyaniyê, Konsulê Giştî yê Îtalyayê kêfxweşiya xwe aniye zimên ji ber ku nû dest bi erka xwe ya li Herêma Kurdistanê kiriye û tekezî li ser wê yekê kiriye ku welatê wî giringiyê dide pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê û dixwaze di hemû waran de hevkariyên hevbeş bi pêş bixin.
Xalên girîng ên peywendiyên Îtalyayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa herêmê û mijarên din ên berjewendiya hevbeş mijareke din a civînê bûn.
Beriya Tommaso Sansone, Michele Camerota Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Hewlêrê bû.
Michele Camerota îro 05.12.2024 bi helkefta bidawîhatina erkê Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir û spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku di serkeftina wî de li ser erkê wî cih girtine.
Ji bilî peywendiyên di warê bazirganî û perwerdeyê de, Îtalya jî ji ber ku endameke hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, pêwendiyên wê yên bihêz ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin